• Thursday, 05 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî Pêşwaziya Aliyên Siyasî Yên Mesîhî Kir

Gulan Media February 7, 2012 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî Pêşwaziya Aliyên Siyasî Yên Mesîhî Kir
Îro li Hewlêrê Cîgirê Serokê partiya demokrata Kurdistanê û Berbijarê postê Serokwezîriya Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya tevahiya part û aliyên siyasî yên Mesîhî kir.

Di destpêka vê hevdîtina han de her dû alî kêfxweşiya xwe a li hember vê hevdîtina han diyar kirin û behsa rewşa niha ya Îraq û Kurdistanê kirin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de rewşa Kurdistanê jî hate giftûgokirin û her dû alî tekez li ser parastina çanda çendîn hezar sala ya bihevre jiyanê ya li Kurdistanê de kirin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de meseleya kabîneya 7an a Hikûmeta Kurdistanê jî hate nîqaşkirin û çendîn mesele û babetên girêdayî bi damezrandina kabîneya nû jî hatin nirxandin û part û aliyên siyasî yên Mesîhiyên Kurdistanê jî piştgîriya xwe di her warî de ji bo kabîneya nû diyar kirin.
Top