• Thursday, 05 February 2026
logo

Dr.Berhem Salih û bi yaweriya parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî seredana navçeya Balekayetiyê kirin.

Gulan Media February 7, 2012 Nûçe
Dr.Berhem Salih û bi yaweriya parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî seredana navçeya Balekayetiyê kirin.
Duh 6/2, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr.Berhem Salih û bi yaweriya parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî seredana navçeya Balekayetiyê kirin.

Şanda hikûmetê, destpêkê çûn mizgefta mezin ya Çomanê û beşdariya pirsa Rêbaz Rehîm kirin û hevxemî û dilsoziya xwe bo akinciyên devera Balekayetiyê dupat kirin, piştre li dîwana qayêmqamê Çomanê, Serokê Hikûmetê li gel berpirsên îdarî û xelkê Balekayetiyê civiya.

Qayêmqamê navçeyê Ebdilwahêd Guwanî, da xuyakirin ku, îro piştî nîvro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi yaweriya parêzgarê Hewlêrê seredana Balekayetiyê kirin.

Guwanî aşkira kir ku, akinciyên Balekayetiyê spasiya Serokê Hikûmetê li hember hevxemiya wî û peruşiya ku ji bo navçeyê hebû kir.
Top