Li hemberî avahiyên AK Partiyê êrîş
Derbarê êrîşên ku du roj berê li hemberî avahiyên AK Partiyê yên li Diyarbekirê pêk hat, li avahiya bajêr a partiyê daxuyaniyek hate dayîn. Li ser navê partiyê, berpirsê AK Partiyê yê Diyarbekirê, Halit Advan, daxuyanî xwend.
Advan, diyar kir ku bombeyeke bi tesîra perçe jî hatiye avêtin û wiha got: “Baş bû ku ev bombe neteqiyaye. Di êrîşan de kes birîndar nebû lê xisara madî pêk hat.
Advan, xwest ku hemû kes bi serbestî siyaset bike û wiha got: “Gelek caran êrîşê avahiyên partiya me kirin. Gelek caran hevalên me rastê lêdanê hatin. Mixabin digel vê yekê jî rêxistinên mafên mirovan dengê xwe nekirin. Em êrîşên li hemberî partiya xwe şermezar dikin. Tu êrîş û hêz dê nikaribin me ji riya me bikin. Em weke feraset dixwazin hemû kes bi serbestî siyaset bike. Bila hemû kes li hemberî mafên me yên siyasetê jî rêz bigre.”
AKnews
