• Thursday, 05 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî Serdana Tevgera Îslamiya Kurdistanê Kir

Gulan Media February 6, 2012 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî Serdana Tevgera Îslamiya Kurdistanê Kir
Îro Cîgirê Serokê Partiya demokrata Kurdistanê û Berbijarê postê Serokwezîriya Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî tevî heyetek ji Endamên mekteb siyasiya PDKê serdana tevgera îslamiya Kurdistanê kir û ji aliyê Rêberê giştî yê vê tevgera han Şêx Sidêq Ebdulezîz ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî merasima pêşwaziyê di civîneke de ku, hijmareke endamên mekteb siyasiya tevgera îslamiya Kurdistanê jî tê de beşdar bûn her dû alî rewşa Îraqê bi giştî û ya Kurdistanê bi taybetî nîqaşkirin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de her dû alî behsa peyvendiyên heyî yên di navbera xwe de û peyvendiyên heyî yên di navbera tevahiya partiyên siyasî yên Kurdistanê de kirin û tekez li ser berfiretir û bihêztir kirina peyvendiyên han kirin.
Top