• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Senatorê Îtalî Sergio De Gregorio û şanda li gel kir

Gulan Media February 6, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Senatorê Îtalî Sergio De Gregorio û şanda li gel kir
Îro dûşem 06/02/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Senator Sergio De Gregorio Serokê Lîjneya Karubarê Nato li Encumena Senatoya Îtalya û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de, pêwendiya di navbera Herêma Kurdistan û dezgehên Îtaliyan û ew çalakiyên ku ew dezgeh bi niyazin li Herêmê ji bo piştgîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi cîh bikin hate nirxandin.

Li mijarekî dinê hevdîtinê de behsa rewşa îroya Iraq û navçeyê bi giştî hate kirin û li vî derbarî de her du alî danustandina nêrînên xwe yên sebaret van du meseleyan de kirin.
Top