• Thursday, 05 February 2026
logo

Barzanî û Sedir dê di kongireya niştimanî de beşdar bibin

Gulan Media February 6, 2012 Nûçe
Barzanî û Sedir dê di kongireya niştimanî de beşdar bibin
Tê çaverêkirin ku îro li Bexdadê li ser daxwaza serokkomar, rêberên komên siyasî kom bibin, parelementerekî hevpeymaniya niştimanî jî ragehand ku îro dem û şûna kongireyê dê bên diyraîkirin û dupat kir ku Barzan dê di kongireyê de beşdar bibin.

Li ser heman babetê, parlementerekî ser bi rewta Sedirê aşkire kir ku eger Talebanî, Barzanî û Elawî beşdarî kongireyê bibin, Muqteda Sedir jî dê beşdar bibe.

Parlementerê Kurd li Bexdadê, Hesen Cîhad daxuyaniyeke taybet da Xendanê û ragehand ku di civîna îro de, 6 serkirdeyên Hevpeymaniya Niştimanîn, 4 serkideyên lîsta Êraqiyeyê û 2 serkirdeyên Hevpeymaniya Kurdistanî dê amade bibin. Cîha aşkir kir ku: “Piştî vegera Mam Celal û civînên wî bi Malikî, Ceferî û berpirsên din re, rewş berev hêwirbûnê ve diçe û tê çaverêkirin ku kêşeyên heyî di kongireyê de çareser bibin.”

Li aliyekî din, Hakim Zaimilî ku parlementerê koma Ehrar ya ser bi rewta Sedir e, daxuyaniyeke taybet da Xendanê û ragehand ku Hevpeymaniya niştimanî û bi taybetî koma Ehrar di hewldanan de ye ku kongireya nitimanî bi serkeve, û weha berdewam kir: “Eger serokkomar, serokê Herêma Kurdistanê, Malikî û Elawî beşdar bibin, Muqteda Sedir jê dê beşdar bibe.”

Xendan
Top