Clinton Daxwaza Hevalbendîyeka Navneteweyî li Dijî Esed Dike
Di gotarekê de roja Yekşemê li Sofya, paytexta Bulgaristanê Clinton herwiha daxwaza alîkarîkirina guherînên sîyasî kir li Sûrîyê ku bibe sedema hilweşandina desthilata El Esed.
Dibe ku Tirkîye, welatên Ereb û welatên rojavaya Ewropayê bibin endam di hevalbendîya li dijî rejîma Beşar El Esed de.
Ev daxwaza Clinton rojekê piştî vetokirina biryareka li dijî rejîma Sûrîyê bû ji layê Rûsya û Çînê li Civata Tenahî ya Neteweyên Yekgirtî.
Dengê Emrîka
