• Thursday, 05 February 2026
logo

Şandeke Herêma Kurdistanê bi nunerya serok Barzanî beşdarya Nimêja berbanga Niştîmanî li Emrîka kir

Gulan Media February 6, 2012 Nûçe
Şandeke Herêma Kurdistanê bi nunerya serok Barzanî beşdarya Nimêja berbanga Niştîmanî li Emrîka kir
Di rojên 1-3 ê sibatê de 2012 , Şandeke Herêma Kurdistanê ku ji birêzan Metran Reban Elqes Metranê Kirîstîyanên Amêdyê û Zaxo bi hevaltîya Felah Mistefa berpirsê peywendî yên derve yên Hikumeta Herêma Kurdistanê pêkhatibu , bi nunerya birêz Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê , beşdarya şêstemîn rêûresma Nimêja Berbanga Niştîmanî ya Emrîka yê kir.

Di rêûresma de Barak Obama serokê Emrîka û Co Baydin cêgirê serok û endamên Kongirisê û tev Hikumeta Obam û bêtir ji 3500 kesatî yên sîyasî û Olî û civakî ji bêtirî 130 welatên cîhanê amadebun,Barak Obama di peyvekê de got: em di nav civake pir olî de jîyan dikîn, jiber wê yekê pir giringe em bizanîn ku beha û pîrozî yên civakî û olî, me paldide jibo çakxazî ya û alîkarîkirina hejar û lêqewmaya.

Herweha serokê Emrîka tekez kir ku tev Olên Esmanî tekezî li ser wê yekê dikin ku Mirov çewa başî jibo xwe bivê, divê ewha jî jibo derdorên xwe bivê.

Tê gotin her sal di yekemîn pênc şema meha sibatê de Nimêja berbanga Niştîmaî li Waşintuna paytexta Emrîka dê sazkirin , bi merema lihev nêzîk kirina Ol û peyamên aşitî û bihevre jîyanê her weke çewa di pertukên Esmanî yên xweda de hatî ye.

Şanda herêma kurdistanê li dawî ya wê rêûresmê, çendîn dîdar û komcivîn digel balyoz û Kongirisman û endamên civata Senat sazkirin û têde basê sîyaseta herêma kurdistanê û pêkhateya civakê kurdistanê û heza welatîyên kurdistanê sebaret bihevre jîyana Olî û netewî berdewam be û nekeve bin çi kontirola hîç milmilaneke sîyasî de kirin.

Di hevdîtinekê de digel balyoz xanim Sozan Cohanis Kok di ofîsa karûbarên Azadî ya Olî ya Nêvdewletî di wezareta derve de,şanda herêma kurdistanê basê pêkhateya netewî û olî û azadî ya olî û rêzgirtina ayîna û sîyaseta herêmê di vî warî de û giringî dan bi serwerya yasayê û beha û pîrozyên civakî kir.

Di hemberê de Sozan Cohanis Kok şabuna xwe li hember rewşa herêmê dîyar kir û got : me biryar wergirtî ye ku di demeke nêz de serdana herêma kurdistanê bikîn.
Herweha şanda Herêma kurdistanê digel Co Wîlsin endamê Kongirisa Emrîka û hejmareke berê ya endamên Kongirisê civîya û rewşa îroya herêmê û Iraqê û Navçeyê ronkir û berpirsê peywendî yên derve sîyaseta hikumeta herêmê li hember dawî buyera û vegeryan jibo danûsata bi merema çareserya pirisgirêka xûyakir.

Her ji dirêjahî ya serdana xwe de ya jibo Emrîka, şanda herêmê serdana Zanîngeha Kasolîk kir û semînarek jibo birêzan Metran Reban Elqes û Felah Mistefa û Qûbad Talebanî nunerê hikumeta herêmê li Waşintinê hat li dar xistin.
Di semînarê de hejmareke mezin ji Mamosta û xwendevana amadebun. Metran Reban Elqes basê dîroka Olî li kurdistanê û bihevre jîyana kilturî û netewî kir û got : hikumeta herêmê giringî yek mezin bi azadî ya Ola di de û hemu Olek li kurdistanê bi awayekî azad karê xwe dike.

Ji alî yê xwe ve Felah Mistefa berpirsê peywendî yên derve di semînarê de ronî xiste ser wê sitem û zordarya ku rijêmên berên li Iraqê li dijî gelê kurdistanê kir ye bi tev netewe û Olan û got : rijêmên berê li Iraqê tû car cudahî nekirne dinêvbera Ol û netwe de li kurdistanê û hergav li dijî hemu core azadîyekê bûye, herweha amaje bi qûnaxên herêma kurdiatnê piştî serheldan sla 1991 an da û got : gelek caran di Iraqa nu de jîyana welatî yên Mesîhî hevrişî metirsîyan bûye jebr wê yek herêma kurdistanê dergehê xwe vala kirine jibo birayên mesîhî û hejmareke mezin ji deverên din yên Iraqê jibo parastina canê xwe hatîne herêma kurdistanê.

Li dawî yê amadebuyan çend pirisyar û têbînî arastey şanda herêma kurdistanê kirin û wan jî bersiv dan.
Top