• Thursday, 05 February 2026
logo

Rûsiya û Çînê ji Biryarnameya Encûmena Asayîşê re Gotin “Na”

Gulan Media February 5, 2012 Nûçe
Rûsiya û Çînê ji Biryarnameya Encûmena Asayîşê re Gotin “Na”
Encûmena Asayîşa NY pêşnivîsa biryarnameya li dijî Sûriye xiste dengdanê, lê li hemberî wê welatê Rûsiya û Çînê gotin na û mafên xwe yên Vetoyê bi karanîn.


Li gor ragihandina rojnama Daily Star, li deng wergirtina duh ya Konseya Ewlehiyê ya UN li bara biryarnama pêşniyar bûyî bona şermezar kirina Sûriyê, Rûsiya û Çînê wek du endamên dayime Konseya hanê, dengê ''Na'' dan biryarnama hanê û rê li ber pejirîna wê girtin.

Rûsiya û Çîn weke dû endamên herdemî yên Konseya Ewlehiya UN û tê de xwedî mafên bi karanîna Vetoyêne, biryarnameya kû biryar bû li dijî Sûriye û kirdarên tundûtîjiyê kû li ser xwepêşanderan ji aliyê rejîma Beşar Esed ve tê bikar anîn ne pejrandin û mafên xwe yên Veto bikaranîn.

Veto kirina biryarnameya Encûmena Asayîşê piştî çend demjimêrekî li ser êrîşa hêzên rejîmê Beşar Esed ser bajarê Humsê pêkhat, kû têde bi dehan kes hatin kûjtin di nav de jin û zarok jî hebûn.
Top