• Friday, 06 February 2026
logo

Demirtaş: Bihara Kurdan nêzîk e

Gulan Media February 5, 2012 Nûçe
Demirtaş: Bihara Kurdan nêzîk e
Serokê giştî yê BDP-ê Selahattin Demirtaş diyar kir ku êrişên AKP-ê û dadweriyê yên li hemberî partiya wan û aliyên demokrat didome û got: ‘’Armanca dewletê tunekirina Kurdan e, lê em dê li qadan nîşan bidin ku nikarin me biqedînin û bihar jî nêzîk e.’’

Li gor Ajansa Nûçeyan a Firatê, Selahattin Demirtaş li Îzmîrê di civîneka rêxistina herêmî ya Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) de behsa zordariya AKP-ê ya li hemberî partiya xwe kir û wiha axifî: ‘’Ji mirinê wêdetir gund nîne. Bi tonan bombeyan laşên zarokên 14-salî parçe parçe kirin, bi hezaran kesên me girtin. Ma ji vê wêdetir dê çibikin. Çawa di salên 1990-î de bi kuştinan nexwestin gel derkeve kulanan, niha jî heman kunsept dimeşe. Wê demê gotin qey gelê Kurd tepisî û teslîm bû. Lê hêrs û agirê nava wan nedîtin. Hemû derdên wan dixwazin di 15-ê sibatê, 8-ê adarê û 21-ê adarê Kurd danekevin kolanan. Lê Rojhilata Navîn dikele. Bihara Kurdan jî nêzîk e. Em ê biharê serkeftina AKP-ê ya tepeserkirina Kurdan nîşanî wê bidin.’’

Demirtaş bang li karsazên Kurd jî kir û wiha pêde çû: ‘’Dewlet ji bo ku zirarê bide we planan çêdike. Ji vê netirsin û pêşeroja gelê xwe nekin qurbanê malê dinyayê. Aliyek termên parçekirî yên zarokan û li aliyê din jî mal, mulk û pere. Tenê saniyeyekê bifikrin.’’

Demirtaş ragehand ku ji ber çend roj berê ji serfermandarê artêşa Tirkiyê re gotiye pileya te serfermandar be jî li ba me qedrê te wek ”onbaşîyekî” ye û ev yek gelek li zora wî çûye û wiha dom kir: ‘’Hikûmetê nediwêrî bêje ”em zimanê Kurdî qebûl nakin” û bi devê serfermandar xwestin vê yekê têxin rojevê. Li ser vê jî min jê re got ”onbaşî” lê min zanîba ku li zora wî diçe, min dê 5 kes jî lê zêde kiriba û gotiba ”onbeş başi”. Dozger jî zû di heqê me de doz vekir. Lê li berpirsê dezgeha ku 34 kesên me bi bombebaranê kuştine lêpirsîn venake.”

Demirtaş behsa anketên ku AKP hertim çêdike da bizane ka hêza terefdarên wê çi ye de jî kir û got: ‘’AKP ji Xwedê natirse lê ji gel pir ditirse. Rojane du anketan çêdikin û dixwazin nîşan bidin ku êdî gel ji me aciz bûye. Ji bo anketan zêde pereyên me nînin. Em tenê dikarin rojê du çalakiyan bikin. Lê ji biharê re kêm maye.’’

Bas
Top