Mam Celal wê Malîkî û Elawî û Mutlek bîne ba hev
Perlemanterê Êraqîyeyê ev got ku: "Her du civîn wê li mala Serokkomar Celal Talebanî bên lidarxistin. Nurî Malîkî amade kariya xwe ji bo hevdîtina Serok Lîsta Êraqiyê ragehand."
Ji aliyekî din ve li gor hevdîtinên ku Serokkomar Celal Talebanî duh roja şemiyê bi rêve biribû. Serokatiya Komarê bi beyannamekê ragehand ku, li ser daxwaza civîna komîteya amadekar yên ku nûnerên her sê komên sereke digre navxwe (hevpeymaniya niştimanî û Êraqiyê û hevpeymaniya Kurdistanî), li hevkirine ku roja duşemê 6/2/2012`an li navenda Serokkomariyê li Bexdadê bicivin.
Xendan
