Xizmên herdu pêşmergeyên girtî diçin Sûriyê
Berdevk û Endamê Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê Lîwa Cebar Yawer ji Rûdawê re got: “Heta niha jî hewldanên wan ên ji bo azadkirina herdu pêşmergeyan berdewam in. Berî demekê li sînorê parêzgeha Dihokê bi awayekî şaşî çûbûn nava sînorê Sûriyê û ji aliyê deshilatdarên wî welatî ve hatibûn girtin.”
Yawer eşkere kir ku ligel Wezareta Derve û Parastinê ya İraqê di nava peywendiyên berdewam de ne. Heta ligel Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor a Navneteweyî jî di nava têkiliyan de ne.
Berdevkê Wezareta Pêşmergeyan bal kişand ser wê yekê ku peywendî ligel xizmên herdu pêşmergeyan danîne, ji bo bi rêya Xaça Sor a Navneteweyî biçin Sûriyê, wan bibînin û heta tên berdan.
Cebar Yawer derbarê helwesta Sûriyê ya derbarê berdana herdu pêşmergeyan de jî got: “Heta niha aliyê Sûriyê bi awayekî fermî derbarê azadkirina herdu pêşmergeyan de ti helwestek nîşan nedaye.
Rudaw
