• Friday, 06 February 2026
logo

Li Efrînê PYD rê li ber xwepêşandanan digire

Gulan Media February 5, 2012 Nûçe
Li Efrînê PYD rê li ber xwepêşandanan digire
Hemahengiya Ciwanên Efrînê û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) reftara alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li hember xwepêşanderan li bajarê Efrînê bi tundî şermezar kirin.

Îna borî, li bajarê Efrînê bakur-rojavayê Sûriyeyê di dema destpêkirina xwepêşandana li dijî rejîma Sûriyê hindek kesên ku wêneyên Serokê PKKê Abdullah Ocalan û alayên PYD hildabûn rê li ber sazkirina xwepêşandanê girtin û bi “çok û kêran êriş ser xwepêşanderan kirin” û ji wan xwestin ji hev belav bibin û di encamê de zêdetirî 20 kesan birîndar kirin.

ENKS Şaxê Kurdaxê – Efrînê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan banga derketina heftane li gelê kurd kir û li ser banga wan û ciwanên Efrînê biryar bû roja înê 3 sibatê saet 12:00 (bi dema Sûriyeyê) xwepêşandan ji beramber Banka Çandiniyê dest pê bike.

Ehmed Şewqî endamê Sekreteriya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku bi xwe li cihê bûyerê bû ji AKnewsê re got, “Li ser banga me bo xwepêşandanê bi sedan kes di dem û cihê diyarkirî de kom bûn, dema em gihiştin wir hinek kesên rûpêçayî ku kêr û ço di destê wan de bûn ji gel xwestin ji hev belav bibin.”

Şewqî ronî kir, “Ew kesên wêneyê Ocalan û alayên PYDê hildabûn, gefa bi çekan li wan xwar û dema wan dît hejmara gel zêde dibe bi ço û kêran êriş kirin ser gel û di encamê de zêdetirî 20 kesan birîndar bû.”

Endamê ENKS aşkere kir ku ji bo alozî mezintir nebe û ziyana giyanî negihe gel wan biryara da xwe paşde vekêşin, û got:

“Em van kiryarên neberpirsane û tirsnak şermezar dikin û em sûr in li ser berdewamkirina çalakî û xwepêşandanên aştiyane bo pêkhênana mafên rewa yên gelê kurd.”

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di 26ê cotmeha 2011ê de, bi beşdarbûna kesayetiyên serbixwe û nûnerên 10 partiyan û hinek ciwanên çalak, Kongreya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hate lidarxistin. Di encama Kongreyê de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hatine damezrandin.

Ji destpêka Şoreşa Sûriyeyê ji berî 11 mehan de, piraniya herêm û bajarê û bajarokên kurdên Sûriyê xwepêşandanan li dar dixin, tenê Herêma Efrînê ku bi xwe beşeke ji Parêzgeha Helebê ji bilî hin hewldanên biçûk tevlî tevgera xwepêşandanan nebûbû.

Di 27/01/2012 de cara yekem li bajarê Efrînê xwepêşandaneke girseyî û berfireh bi beşdariya partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û hemahengiyên ciwanan di li dar ket û tê de nêzî 10 hezar kes beşdarî kir.

Endamê Hemahengiya Ciwanên Efrînê Ciwan Îbrahîm ji AKnewsê re ragihand, “Gelê me li herêma Efrînê sûr e ku tevlî pêvajoya xwepêşandanên şoreşa Sûriyê bibe û em ti carî nabin destikê rejîmeke bi salane xwîna me vedixwe.”

Îbrahîm got ji ber ku di îna pêştir de xwepêşandana me serkeftî derbaz bû û bi tevî baranbarînê dîsa zêdeyî 10 hezar kes li navenda bajarê Efrînê derketin kolanan û meşiyan, “Em piştrast bûn vê hefteyê hejmara me dê zêdetir bibûya.”

Îbrahîm aşkere kir, “Di hefteya pêştir de me hewl da bi PYDê re lihev bikin û di yek xwepêşandanê de beşdar bikin, di encamê de me li hev nekir û wan bi tenê meşek li dar xist.”

Derbarê meşê de Îbrahîm got, “Di vê hefteyê de alîgirên PYD amadekariyên xwe bo şer kiribûn ji bilî ço û kêran çek jî bi wan re hebûn û wan rûyê xwe pêça bû û di axaftina wan re diyar bû ku hinek kes ji wan ji Kobanê ne.”

Navhatî got ku wan rê girtin û nehiştin gel kom bibe û got “eger em bi hişmendî tev negeriyane dê ziyana giyanî jî hebûya û dîsa jî birînên giran bi kêran çê bûn û weku diyar e, ew digel îstixbarata rejîmê rêkeftine, egerna hêzên ewlehiyê dê dest tê werbidana.”

kurdên Sûriyê Ji aliyê cografîk ve, li 3 herêman belav in, Cizîr, Kobanê û Efrîn. Herêma Efrînê ku di nav kurdan bi Kurdaxê tê nasîn, beşekî cihê ye ji herêmên din, lê piraniya daniştiyên wê kurd in ji bilî hinek erebên ku ji aliyê rejîma Baasê ve li hinek gundên kurdan hatin bicihkirin.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka xwepêşandanên dijî rejîma Esed de, di 15ê adara 2011ê ta niha bêtirî 7 hezar kes li ser destên hêzên Sûriyê û alîgirên Beşar el-Esed hatine kuştin û bi deh hezaran girtî û aware bûne.

Aknews
Top