• Thursday, 05 February 2026
logo

Bi Beşdariya Serok Barzanî Merasima Bîranîna Jidayik Bûna Hz Muhemed (d.x) Bi Rêve Çû

Gulan Media February 5, 2012 Nûçe
Bi Beşdariya Serok Barzanî Merasima Bîranîna Jidayik Bûna Hz Muhemed (d.x) Bi Rêve Çû
Îro li Hewlêrê bi beşdariya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî, hijmareke Wezîr û Parlementer, Berpirsên siyasî û îdarî, Mamosteyên olî û Şêxên terîqetê, Yekîtiya Psporên olî yên Îslamê ji dayik bûna Hz Muhemed silavên xwedê li ser vî bin hate pîrozkirin.

Di vê merasima han de ku, her sal li seraserê Kurdistanê de tê pîrozkirin û bi Mewlûd tê nasîn çendîn peyv û gotar hatin pêşkêşkirin. Di berdewamiya vê hevdîtina han de Serokê Yekîtiya psporên olî yên Îslamê yên Kurdistanê Mele Ebdula gotarek pêşkêş kir û bixêr hatina amadebûyan kir.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de balkêşande ser çend xalên girîng yên jiyana Hz Muhemed û ragihand ku, ev mirov mezin karî ku, bi peyama xwe şoreşek mezin di Dîroka Mirovahhî de bide destpêkirin.

Pêştî gotara nav hatî peyamê Hikûmeta Kurdistanê jî ji aliyê Wezîrê karûbarên olî yên Hikûmeta Kurdistanê ve hate pêşkêşkirin û nav hatî di berdewamiya vê peyama han de behsa çand û felsefeya jiyana kemenetewên etnîkî di nava ola Îslamê de kir û hêvî xwest ku, em bikarin di vê pêvajoya han de fêde ji vê felsefeya Îslamê bo bihevre jiyan û lêbûrînê bigrin.
Top