Mesrûr Barzanî Salvegera Ji Dayik Bûna peyxemberê Îslamê Pîroz Kir
Birêz Mesrûr Barzanî di pêgeha xwe ya taybetî ya li ser tora civakî a Facebookê de bi minasebeta hatina roja ji dayik bûna Hz Muhemed silavên xwedê li ser bin pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya Misilmanên Cîhanê bi giştî û yên Îraq û Kurdistanê bi taybetî dike û hêvî dike ku, ev roja han bibe hevîna aştî tebayî, ev jî texta peyama birêz Mesrûr Barzaniye; Bi minasebeta hatina roja ji dayik bûna Peyxemberê mezin yê Îslamê Hz Muhemed silavên xwedê li ser bin pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Mislmanên Cîhanê bi giştî û yên Kurdistanê bi taybetî dikim û bi hêviya vê ku, ev yada pîroz canê aştî û tebayî di navbera me de zêdetir bike û bibe sedeme yek rêziya tevahiya pêkhateyên Gelê me û ber bi serkeftineke mezintir ve hevkariya me bike.
