• Saturday, 07 February 2026
logo

‘PDK û YÎK bo civîna hevbeş amade ne’

Gulan Media February 5, 2012 Nûçe
‘PDK û YÎK bo civîna hevbeş amade ne’
Endamê rêvebiriya partiya demokrat a Kurdistanê (PDK), Dilşad Şehab, diyar kir, xwesteka civînê di navbera PDK û yekgirtûya îslamî de heye. Berpirsekî yekgirtû jî dibêje, PDK ji berê zêdetir xwe nêzîkî yekgirtû dike.

Dilşad Şehab, ji AKnewsê re got, PDK amade ye digel yekgirtûya îslamî ya Kurdistanê (YÎK) bicive.

Şehab, diyar kir, him em û him jî YÎK dixwazin bicivin, lê heta niha dema lidarxistina civînê nehatiye kifşkirin.

Endamê polîtburoya YÎKê, Ebûbekir Elî, got, li ser lidarxistina civînê axaftin hatiye kirin, lê heta niha nehatiye gotin ka dê kengê ev civîn bê sazkirin.

Elî, diyar kir, hewl bo civîneke hevbeş di navbera PDK û YÎKê de didome. Helbest astengiyên li hember civînê kêm bûne û PDK bi taybet cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Bazanî jî ji berê zêdetir xwe nêzîkî me dike û ji me têdigihîje.

Berpirsê YÎKê, ragihand, başbûna têkiliyên navbera PDK û YÎKê, girêdayî wê civînê ye ku dê bê sazkirin û di civînê de, çawaniya çareseriya nakokî û arîşeyên heyî dê bê axaftin.

Tê zanîn, piştî bûyerên 2ê Kanûna 2011ê yên devera Badînan, ku di encam de, hinek cihên geştiyarî û baregehên YÎKê hatibûn şewitandin, têkiliyên PDK û YÎKê aloz bûbûn.

AKnews
Top