Li Duhokê hinek welatiyan navê Iraqê li ser plaka otomobîla xwe rakirin
Berpirsê giştî yê koma Ala Kurdistanê, Pelewan Heyder Şêx Memê, ji AKnewsê re got, wek nerazîbûna li hember daxuyaniyên li dijî destûra Kurdistanê, îro danê sibê, hinek gencên koma Ala Kurdistanê, li meydana Kurdistanê ya bajarê Duhokê, plaka otomobîlên xwe guherîn û şûna navê Iraqê navê “Kurdistanê” nivîsandin û ala Kurdistanê jî pêve kirin.
Şêx Memê, diyar kir, ev çalakiya me wek nerazîbûnek li dijî hinek siyasetmedarên Iraqî bû ku destûra Herêma Kurdistanê wek “destûra bijehr” bi nav kiribûn û wiha pêde çû,
Em dibînin, vê gavê, serokomarê kurd ê Iraqê, Celal Talebanî û serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, hewl didin Iraqeke yekgirtî ava bikin, lê ereb digel kurdan baş nînin. Lê em bo wan dibêjin, me êdî nevêt di Iraqeke wiha de bijîn.
AKnews
