• Friday, 06 February 2026
logo

Rûsya û Çîn projeya li dijî Esed asteng kirin!

Gulan Media February 2, 2012 Nûçe
Rûsya û Çîn projeya li dijî Esed asteng kirin!
Projeya ku banga destkişandina Beşar El Esed ji desthilatdariyê ku ji aliyê Yekîtiya Ereban ve hatibû amade kirin bê encam ma.

Emerîka, Fransa û Îngîlistanê jî piştgirî dane vê projeyê. Şêx Hamad Bîn Casim Bîn Cabîr El Tanî di civîna Konseya Ewlekariya Yekîtiya Miletan de pêşkêş kir û bang kir ku, divê Esed destê xwe ji desthilatdariyê vekişîne û kuştin li Sûriyê bi dawî bibin.

Lê Rûsya û Çîn li dijî projeyê rawestiyan û ji aliyê wan ve proje hate red kirin. Her du welatan da diyar kirin ku ew li dijî kuştina sivîlane, lê gotin ku proje wê bibe egera şerekî navxweyî. Û dane diyar kirin ku, hindek komên çekdar jî êrîşî hêzên hikûmeta Sûriyê dikin.

Hêjayî gotinê ye, berî niha jî, Rûsya û Çîn soz dabûn Îranê ku wê pişta Beşar El Esed bernedin û wê qebûl nekin Esed ji desthilatdariyê dûr bikeve.

Avestakurd
Top