Nêçîrvan Barzanî: Kabîneya nû wê ya heftemîn be û ne demkî ye
Piştî ku Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve ji bo wergirtina Serokatiya hikûmeta bê hat namzetkirin, ji aliyê PDK û YNK’ê ve jî hat pejirandin. Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran kir û piştre jî çû serdana Komela Îslamiya Kurdistanê. Barzanî berê di peyamekê de ragihandibû wê ji bo guftûgokirina derbarê ajandeya kabîneya nû de serdana hemû aliyên siyasî bike. Îro jî di wê çarçoveyê de serdana Polîtoboruya Partiya Komonîst a Kurdistanê kir.
Nêçîrvan Barzanî di civîneke çapemeniyê de ligel Sekreterê Partiya Komonîst a Kurdistanê Kemal Şakir ragihand ku wê kabîneya nû kabîneya heftemîn be û ne hikûmetekî demkî ye. Herwiha Kemal Şakir jî got: “Em piştgiriyê didin kabîna bê.”
Partiya Komonîst a Kurdistanê bi wezaretekê beşdarî kabîneya şeşemîn birûbû û ew jî Wezareta Rewşenbîrî bû. Herwiha li parlamentoyê jî endamekî wan heye.
Duh Berdevkê Tevgera Goran di salvegera daxuyaniya heft xalî ya Tevgera Goran de ragihand ku hikûmeta niha hikûmetekî hizbiye; “Pêwîste hikûmetekî demkî bê avakirin, bingeh ji bo hilbijartinekî pêşwext bê sazkirin û pakêtên opozisyonê bike karnameya xwe.”
Nêçîrvan Barzanî derbarê civîna ligel Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê di civîna çapemeniyê de got: “Gotinên Berdevkê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê bingeh ji bo guftûgoyan bihêz dike.” Dr. Selahedîn Babekir berê di daxuyaniyekî rojnamevanî de gotibû; “Yekgirtû dergehê guftûgoyan ligel PDK’ê negirtiye.
Rudaw
