Îro yekşem 29/01/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li pêwendiyekî telefonî da li gel birêz Mam Celal Serok Komarê Iraqa Federal, ji bilî bi xêrhatinê ji bo vegerana bi leş saxiyekî tevahî ya axa welat û pîrozbahiya wê encama serkeftiyên pişkinîn û ew şîkariyên pizîşkiyên ku ji bo cenabê wî hatibû kirin, dûbare rewşa cenabê wî pirsî û hêvî xwest ku herdem leş sax û selamet bê.
Serok Talebanî ji bo vê pêwendiyê spasî Serok Barzanî kir û hêviya tendirustiyeke baş û serkeftinê ji bo cenabê wî xwest û li aramiya rewşa tendirustiya niha ya xwe jî dilniya kir.