• Thursday, 05 February 2026
logo

BDP ji bo çareseriya pirsa kurd diçe YE û DYA’yê

Gulan Media January 29, 2012 Nûçe
BDP ji bo çareseriya pirsa kurd diçe YE û DYA’yê
BDP, bi armanca çareserkirina pirsa kurd û tecrîda li ser Ocalan ji raya giştî ya Ewropa û Amerîkayê re vebêje ket nava hewldanê. Şandên ku ji Hevserokên BDPê û parlamenteran pêk tên dê li çend welatên Ewropa û DYA’yê de hin hevdîtinan pêk bînin.

Şanda ku di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) Selahattin Demîrtaş û Berpirsiyarê Karên Derve yê BDPê Nazmî Gur hatiye amadekirin, dê 31ê çileyê roja sêşemê biçe Brîtanyayê. Hate ragihandin ku wê şand li Almanya, Fransa, Belçîka û DYA’yê jî bi gelek sazî û dezgehan re hevdîtinan pêk bînin û pirsa kurd û tecrîda li ser Ocalan têxe rojevê. Serdana BDPê dê 3ê sibatê bi dawî bibe.

Li aliyê din 9ê sibatê jî şanda ku ji Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak û rêveberên BDPê pêk tê, dê biçe paytexta Almanya Berlînê û di 10ê sibatê de vegere. Hate plankirin ku, Hevserokên BDPê dê piştre biçin Fransa û Belçikayê û li wir jî serdana partiyên siyasî, dezgeh û rêxistinan bikin. Li Brukselê şanda BDP'ê dê bi rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE) re jî hevdîtinan pêk bîne. Rayedarên BDP’ê piştî serdanên xwe yên Ewropayê dê biçin DYA'yê.

Hate hînbûn ku di rojeva şandan de, lêgerîna çareserkirina pirsa kurdî, di vî warî de vegotina nêrînên BDPê û tecrîda ku li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan tên meşandin û operasyonên siyasî hene.

Rudaw
Top