Hewlêr: Xwepêşandanek li dijî tecrîde li ser Ebdula Ocelan
Beşdarbûyekî wê xwepêşandanê, Mam Hejar ji Xendanê re ragehand ku:"Em îro li virin ji bo em peyamekê nerazîbûnê bighînin UN`ê sebaret, ku ev şeş mehin tecrîda li ser Ebdula Ocelan berdewame, ku zîndanekê takekesî da ye û dewleta Tirk rê nadê ji bo çavpêketina digel parêzerên xwe bike."
Her weha Mam Hejar got:"Em ji welatên biryardest daxwazê dikin ku fişarê bixin ser Tirkiye heta ku tecrîd li ser Serokê PKK bê rakirin. Her weha Zemîna aştiyê û çareserkirina kêşeya Kurd li Tirkiye bê rixsandin."
Hejayî gotinê ye ku Serokê Partiya Karkirên Kurdistanê Birêz Ebdula Ocelan berî 13`e salan li welatê Kinya hate girtin û piştra guhastin bo Tirkiyê û li Îmraliyê zîndankiriye, ev zêdetirî 6 mehin di bin tecrîda dewleta Tirkiyê de ye.
Xendan
