• Thursday, 05 February 2026
logo

Elawî: Em û Kurdan hevpeyaman in

Gulan Media January 29, 2012 Nûçe
Elawî: Em û Kurdan hevpeyaman in
Serokê Lîsteya El-Êraqiyeyê û serokê Partiya Rêkeftina Nîştimanî ya Êraqê Dr. Eyad Elawî ji rojnameya Şerq El-Ewsetê re ragihand ku di xebata dijî dîktetoriya berê ya Bexdadê de, ew bi Kurdan re hevxebat û hevpeyman bû.

Elawî da zanî ku ew di du mijaran de qet paşekêşiyê nake, yek ji wê mijarê cîbicêkirina programa siyasî ya Lîsteya wî ku tê de avakirina dewleteke sazîdar û aramdar e û yê din jî dê her li dijî destêwerdanên Êranê bo nav karûbarên Êraqê be.

Di wê hevdîtina bi rojnameya Şerq El-Ewsetê re, Dr. Eyad Elawî aşkire kir ku ew ê sûr be li ser armancên xwe û dê tu carî dest ji armanc û daxwaziyên Lîsteya xwe bernede û rola Emrîkayê di Êraqê de jî bi roleke neserkeftî nirxand.

PUKmedia
Top