• Thursday, 05 February 2026
logo

"Hamas bi awakî fermî mekteba xwe li Tirkiyê vedike"

Gulan Media January 29, 2012 Nûçe
Hate zanîn, Rêxistina Hamas ya Filîsîtînê di demeke nêzîk de bi awakî fermî mekteba xwe li Tirkiyê vedike.

Li gorî nûçeya rojnameya El Şarq ya Qeterê, ber pirsekî bilind ji Rêxistina Hamas ragihand ku, Tirkiyê bi fermî pejirandiye Hamas mekteba xwe li Enqereyê veke.

Piştî mekteb hate vekirin dibe ku Serokê Hamas Xalid Meşal li Tirkiyê bi cih bibe. Piştî Hamas ji Sûriyê hate derxistin, gotûbêj dihatin kirin ka wê Rêxistina Hamas li Qeter, Misir yan kîjan welatî bi cih bibe.

Hêjayî gotinê ye, berpirsê bilind yê Hamas da diyar kirin ku, dest pêka vê heyvê li dema Serokê Rêveberiya Gazze Hanîye serdana Tirkiyê kiribû, ev biryar hatibû wergirtin. Piştî piştrastbûna vê nûçeyê, hemû çav zivirîn ser Îsraîl ka wê helwêsta wê li dijî Tirkiyê çi be.

Avestakurd
Top