• Friday, 06 February 2026
logo

Jineke kurd borsaya Amsterdamê vekir

Gulan Media January 29, 2012 Nûçe
Jineke kurd borsaya Amsterdamê vekir
Her sal bajarê Amsterdam çend rûniştiyên bajêr wek hevwelatiyên salê destnîşan dike. Îsal 11 hevwelatî di nav 130 berbijaran de karîbûn bi rêya dengdana rûniştiyên bajêr bibin hevwelatiyên salê, ku yek ji wan kurd e û navê wê Gulale Pişderî ye. Gulale ji Başûrê Kurdistanê ye û ji destpêka salên 90an ve li Hollandayê dijî.

Par Gulale pirtûkek bi zimanê hollandî li ser jiyana xwe, wek nexweşeke kansera memikan, nivîsand û weşand. Pirtûk di demeke kurt de bû cihê giringîpêdana medyaya hollandî û gellek hevpeyvîn û raporên rojnamevanî li ser hatin sazkirin. Pişderî dibêje: “Wê demê nexweş bûm, hêviya min bi zindîtiyê nemabû û min bi berdewamî li ser xilaskirina pirtûkê kar dikir. Niha jî ku baş bûme û pirtûk belav bûye, min gellek babetên nazik tevdane ku giring in bo hişyarkirin û alîkariya nexweşên kanserê.” Gulale niha li Hollandayê yeke ji rêveberên dezgeha kanserê, herwiha li Başûrê Kurdistanê jî bo piştgirîkirina nexweşên kanserê li Kurdistanê dezgehek bi navê Sentera Pena vekiriye.

Di rêûresma rêzgirtina 11 hevwelatiyên salê li Amsterdamê, ku roja 15.01.2012 li salona rêûresmên niştimanî yên bajêr de birêve çû, rêvebera ahengê rojnamevan Silvana Simons, Gulale Pişderî weke “jineke leheng” nasand ku “jiyana xwe terxan kiriye bo alîkariya jinên ku rastî heman çarenivîsa wê tên.” Silvana got: “Amsterdam bi te û hevbajarên te yên din serbilind e ku we bi karên xwe wisa kiriye xelkên vî bajarî hest bi rehetiyê bikin.” Pişderî jî di gotarekê de spasiya welatiyên Amsterdamê kir, herwiha qala giringiya piştgirîkirina nexweşên li derveyî Hollandayê jî kir û got “Wek mînak li Kurdistanê pêwistiya nexweşan bi we heye.”

Rojekê piştî birêveçûna merasima rêzgirtinê, dergehên borsaya mezin a bajarê Amsterdamê bi zengilekê hatin vekirin ku Gulala lê da. Hilbijartina Gulala bona vekirina borsayê, wek di peyama rojnamevanî ya borsaya bajêr de hatiye belav kirin, “ji ber hewldanên wê bo xizmetkirina Amsterdam û mirovatiyê” bûye. Piştî vekirina borsayê, kanala televizyona hollandî AT5 raporek derbarê karên Gulale de belav kir.

Rudaw
Top