• Thursday, 05 February 2026
logo

Wezîrê Navxwe yê Almanya: Partiya Çep piştgirî dide PKKê

Gulan Media January 29, 2012 Nûçe
Wezîrê Navxwe yê Almanya: Partiya Çep piştgirî dide PKKê
Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Hans-Peter Friedrich diyar kir ku Partiya Çep a Almanyayê (Die Linke) piştgirî dide 'rêxistinên terorê' yên wek PKKê.

Hikûmeta Almanyayê, Partiya Çep bi piştgirîdayîna rêxistinên terorê tawanbar kir. Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Hans Peter Friedrich daxuyaniyek da kovara Focusê û got: “Ji nava Partiya Çep hin alî piştgirî didin PKKê.” Kovara Der Spiegel jî hê berê dabû xuyakirin ku ji 74 rêveberên payebilind ên Partiya Çepê 27 kes ji hêla îstîxbarata Almanyayê ve tên şopandin.

Wezîrê Navxwe yê Almanyayê diyar kir ku hin aliyên Partiya Çepê bi awayekî eşkere bûne endamên rêxistinên ku sazûmaneke sosyalîst-komunîst dixwazin û ji ber vê jî divê ev partî di bin çavdêriyê de be.

Kovara Focusê raporeke analîzê ya saziyên ewlehiyê jî weşand û li gorî vê Partiya Çep dijminê Destûrê tê dîtin û tê îdiakirin ku li li pey sîstemeke nû ye.

Li aliyê din jî beriya çend rojan kovara Der Spiegelê eşkere kiribû ku ji 74 rayedarên Die Linkê 27 kes di bin çavdêriya rêxistina îstîxbaratî de ne. Li gorî nûçeyê, Serokê Koma Meclîsa Federal a Partiya Çep Gregor Gysi û Serokê Giştî yê Partiyê Gesine Lotsch jî di nav de gelek rayedarên partiyê di bin çavdêriya Daîreya Parastina Destûra Federal de ne. Li gorî raporan Partiya Çep ji vê siyasetê dengan digre û di hilbijartina Rena Bakur Vestfalyayê de jî 4 kurd wek parlamenter dane hilbijartin.

Serokê Partiya Çep Klaus Ernst jî da xuyakirin, Daîreya Parastina Destûrê nakeve dûv rêxistinên neo-nazî û pirsiyar kir gelo 'çavê rast' ê daîreyê kor e yan na. Serokê Koma Partiyê Gregor Gysi jî daxuyanî da Mitteldeutsche Zeitungê û got: "Parlamenter bo kontrolkirina rêxistina îstîxbarata navxweyî hene. Vê rêxistinê sêyan 1’ê endamên partiyê dişopîne û ev yek bêrêziyeke mezin e.”

Wezîrê Navxwe yê Eyaleta Bavyerayê jî dabû xuyakirin ku, Partiya Çep xwe nêzîkê PKKê dibîne.

Wezareta Navxweyî ya Federal, PKKê wek rêxistineke terorê dibîne û hê pêştir jî dabû xuyakirin ku, çalakiyên tundî yên PKKê ji nişka ve dernakevin, li gorî plan û konseptekê pêş dikevin. Di nirxandinê de ev tesbît hatibû kirin, "PKK ji bo komkirina sempatîzan û fînansmanê li Eyaleta Bakurê Renê Vestfalyayê bernameyên mezin saz dike. Ev bername bi hevkariya Die Linkê pêş dikevin. Partiya Çep di Parlamentoyê de propagandaya PKKê dike û bi rêya vê jî xwe digihîne hilbijêrên kurd."

Rudaw
Top