• Wednesday, 04 February 2026
logo

‘Serokê Herêmê, sibê, Nêçîrvan Barzanî bo pêkanîna kabîneya nû erkdar dike’

Gulan Media January 28, 2012 Nûçe
‘Serokê Herêmê, sibê, Nêçîrvan Barzanî bo pêkanîna kabîneya nû erkdar dike’
Serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê, Fuad Husên, diyar kir, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, dê sibê (29 rêbendan), bi fermî, Nêçîrvan Barzanî bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêmê erkdar bike.

Li gorî daxuyaniyekê ku di rûpela Facebookê ya PDKê de hat weşandin, serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê, Fuad Husên, diyar kir, serok Barzanî dê sibê bi fermî, Nêçîrvan Barzanî bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêmê erkdar bike.

Husên, got, Nêçîrvan Barzanî jî dikare di dema raspardinê de, kabîneya nû ji raya giştî re ragihîne.

Fuad Husên, li bara beşdarîkirina aliyên dijbere di hikûmetê de got, ev yek girêdayî encamên gotûbêj û hevdîtinên ku Nêçîrvan Barzanî digel aliyên dijbere pêk aniye.

AKnews
Top