Nêçîrvan Barzanî: Helwesta gotyarê YÎKê ne di cih de ye
Piştî civîna îro ya cîgirê serokê PDê Nêçîrvan Barzanî û serokê komela îslamî ya Kurdistanê (KÎK) Elî Bapîr, civîneke çapemeniyê hat sazkirin.
Destpêkê, Elî Bapîr, diyar kir, spasiya cîgirê serokê PDKê bo serdana wî dikin û wiha got, divê em deriyê xwe bo hev vekin û alîkariya hev bikin. Em hêvîdar in, Nêçîrvan Brazanî bikare erka xwe bi awayekî herî baş cî bi cî bike û hemû gelê Kurdistanê lê razî bin.
Nêçîrvan Barzanî jî, diyar kir, serdana me bo wê bû ku mamosta Elî Bapîr, bûyerek trafîkê derbas kiribû. Xoşbextane ew jî bi selametî derbas bû.
Barzanî, got, di civîna îro de, me li bara rewşa niha ya Kurdistan her wiha çawaniya karê hikûmetê gotûbêj kir. Me behsa hevkariya li Kurdistan û Bexdayê jî kir. Ev civîn dê bidomin.
Namzedê PDKê bo serokwezîriya nû ya Kurdistanê, wiha pêde çû, “Me hêvî nedikir biryarên yekgirtû bi taybet gotyarê yekgirtû, wisa biaxive û bêje em pêşwaziya tu berpirsekî PDKê nakin. Ev nêrîn, qet rast nînin. Bila deriyê xwe vekin, ji ber ku em dikarin bi diyalogê hemû arîşeyan çareser bikin.”
Nêçîrvan Barzanî, li bara beşdariya aliyên dijbere di hikûmeta nû de got, heke aliyên dijbere beşdarî hikûmetê bibin emê kêfxweş bibin. Ne ji ber wê ku ez serokwezîr im, lê ji ber wê ye ku em hemû bi hev re reforman pêk bînin. Lê heke beşdarî jî nekin, xelet nîne.
Barzanî, wiha anî ziman, heta niha ez bi fermî ji aliyê serokê herêmê ve bo pêkanîna kabîneya nû nehatime erkdarkirin. Em niha li benda serokomar Celal Talebanî ne ku vegere û piştî ku birayên YNKyî, cîgirê serokwezîr destnîşan kirin, wê demê dê pêkanîna kabîneya nû dest pê bike.
AKnews)
