• Wednesday, 04 February 2026
logo

Li Efrînê 10 hezar kes meşiyan

Gulan Media January 28, 2012 Nûçe
Li Efrînê 10 hezar kes meşiyan
Hemahengiya Ciwanên Efrînê ragihand ku cara yekem e ji destpêka şoreşa Sûriyê de li bajarê Efrînê bakur-rojavayê Sûriyê xwepêşandaneke mezin derdikeve.

Duhî, li li bajarê Efrînê di saet 12:00 (bi dema Sûriyeyê) xwepêşandanekê bi beşdariya partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û hemahengiyên ciwanan ji beramber Banka Çandiniyê dest pê kir û berev navenda bajêr herikî û a ta saet 1:30 berdewam bû.

Endamê Hemahengiya Ciwanên Efrînê Ciwan Îbrahîm ji AKnewsê re ragihand, “Bi tevî ku saeta derketina xwepêşandanê rastî baranê hat, lê dîsa nêzîk 10 hezar kes li navenda bajarê Efrînê derketin kolanan û meşiyan.”

Derbarê rêxistina meşê de Îbrahîm got, “Berî biryara sazkirina vê meşê me hemû xortên bajarê Efrînê li hev kir ku em hemû di bin navê Hemahengiya Ciwanên Efrînê kom bibin û em razî bûn digel partî û rêxistinên ciwanan di vê meşê de beşdar bibin.”

Ji destpêka Şoreşa Sûriyeyê de, piraniya herêm û bajarê û bajarokên kurdên Sûriyê xwepêşandanan li dar dixin, tenê Herêma Efrînê ku bi xwe beşeke ji Parêzgeha Helebê ji bilî hin hewldanên biçûk tevlî tevgera xwepêşandanan nebûbû.

Îbrahîm diyar kir ku wan bi PYDê re li hev kiribû ku tevlî xwepêşandanê bibin û xwepêşandan giştî û niştimanî be û ala û dirûşmeyên partiyan nehên hildan, lê “ew tevlî xwepêşandana me nebûn û bi tenê xwepêşandanek saz kirin”.

kurdên Sûriyê Ji aliyê cografîk ve, li 3 herêman belav in, Cizîr, Kobanê û Efrîn. Herêma Efrînê ku di nav kurdan bi Kurdaxê tê nasîn, beşekî cihê ye ji herêmên din, lê piraniya daniştiyên wê kurd in ji bilî hinek erebên ku ji aliyê rejîma Baasê ve li hinek gundên kurdan hatin bicihkirin.

- Efrînê jî daxwaza hilweşandina rejîmê kir

Endamê Hemahengiya Ciwanên Efrînê, ronî kir ku wan alayeke mezin ya kurdan hilgirtin ligel alayên serxwebûnê (alaya Sûriyeyê ya berî serdema Baas) û dirûşmên rûxandina rejîma Sûriyeyê û bidarvekirina Beşar el-Esed hildan.

Îbrahîm diyar kir ku daxwaza serekî a xwepêşandanê danpêdana bi mafê gelê kurd li pey belgeyên navdewletî di nav yekitiya xaka Sûriyê de.

Ji aliyekî dî ve, Îbrahîm diyar kir ev xwepêşandan ezmûna yekem ligel partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û li gor encamên vê xwepêşandanê ew ê biryarê bin bi wan re berdewam bin yan na.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di 26ê cotmeha 2011ê de, bi beşdarbûna kesayetiyên serbixwe û nûnerên 10 partiyan û hinek ciwanên çalak, Kongreya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hate lidarxistin. Di encama Kongreyê de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hatine damezrandin.

Derbarê rewşa ewlekariyê de jî Endamê Hemahengiya Ciwanên Efrînê diyar kir ku rewş ewle bû û çi alarmek ji aliyên dezgehên ewlekariya rejîmê de derneketiye

AKnews
Top