Mesûd Barzanî: ‘Divê Kurdên Sûriyê yekrêz bin’
Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di despêka vekirina Kongreya Hewlêr ya ji bo Rewenda Kurdên Sûriyê ya li Derveyî Welat ku bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih birêve çû de axivî û got: “Pêwîste Kurd xwe ji bo egera her guhertineke di siberojê de li Sûriyê rûbide de amade bikin.”
Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku ew guhertin ji bo wan pir giring in, bi taybet jî li Sûriyê nêzî 2 milyon Kurd hene; “Di dîrokê de ji mafên xwe hatine bê beş kirin û heta ji mafê welatîbûnê jî hatine bê beşkirin.” Barzanî bilêv kir ku her guhertinek li Sûriyê çêbibe, divê bi erênî ji bo rewşa Kurdan a li Sûriyê bişkê.
Serokê Herêma Kurdistanê ji beşdarvanên kongreya ji kesayetî û partiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê re got: “Guhertinên li Sûriyê ne karê me ye, belkî karê we ye.” Barzanî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê destlêwerdana karûbarên Sûriyê nake; “Lê wê ji bo partiyên Kurdî di mijara çawan xwe rêve bibin de piştgiriya wan bike.”
Barzanî di berdewama axaftinên xwe de got: “Daxwazên me yên ji bo we, ew e ku ger we biryarek da; bila dûrî şiddetê be û bi rêya diyalogê be.” Barzanî daxwaz kir ku di bin ‘Sêwana Kurdîniyê’ de karê xwe bikin û xwe ji karên teng ên hizbî dûr bigrin.
Mesûd Barzanî wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Îsal li Hewlêrê kongreya partiyên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê tê saz kirin.” Barzanî diyar kir ku armanca wê kongreyê ‘Hevgirtina gotara Kurd, gihandina peyama biratî û aştiyane ya bi welatên navçe û cîhanê ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ku dema înkarkirina Kurd û serdema çekan nemaye û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Emê bi rêya wê kongreyê destê biratiyê ji bo Ereb, Tirk û Farisan dirêj bikin û peyama wê yekê bidin cîhanê ku Kurd gelekî aştîxwazin.”
