• Wednesday, 04 February 2026
logo

Babil: Di êrişeke çekdarî de 10 kesî canê xwe jidest dan

Gulan Media January 26, 2012 Nûçe
Babil: Di êrişeke çekdarî de 10 kesî canê xwe jidest dan
Di encama êrişeke çekdarî li ser du malbatan li bajarê Museyeba ser bi parêzgaha Babîlê 10 endamên her du malbatan canê xwe jidest dan.

Li gor berpirsanê ewlehiyê; ev êriş li berbanga vê sibê rû daye û êriş bi bombeya Norincokê li ser malbatan pêk hatiye.

Hêjayî gotinê ye ku her du malbatên ku êriş li ser hatiye kirin, malbatê du birayên polîs in.
Top