• Thursday, 05 February 2026
logo

Civata Ewropa Rexnê ji Sîstemê Dadwerî ya Tirkîyê Digire

Gulan Media January 26, 2012 Nûçe
Civata Ewropa Rexnê ji Sîstemê Dadwerî ya Tirkîyê Digire
Civata Ewropa di rapotekê de vê mehê bi tundî sîstemê dadwerî ya Tirkîyê rexne kir.

Ew rexne li demekê tê ku du partiyên serekî yên opozisyonê radigihînin ku hikûmeta Tirkîyê sîstemê dadwerî bi kar tîne bo bêdengkirina opozisyonê li wî welatî.

Di raportekê de ku peyamhinêrê Dengê Amerîk Dorian Jones ji Îstanbulê ve hinartiye dibêje, Komîsyonerê Civata Ewropa yê mafên mirov, Thomas Hammerberg, di wê raportê de nîgeraniyên xwe yên rijd tîne ziman.

Ew raport bi awayek taybetî balê dikşîne ser girtinên doza KCK'ê û radigihîne ku piraniya wan girtiyan endamên Partiya Aştî û Demokrasiyê ya ser bi Kurdan in. Bo guhdarîkirina wê raportê li ser fayla dengî kilîk bike.
Top