• Thursday, 05 February 2026
logo

Mehsun Qirmizgul tê Silêmanî û fîlmekê li ser Helebçe çêdike

Gulan Media January 26, 2012 Nûçe
Mehsun Qirmizgul tê Silêmanî û fîlmekê li ser Helebçe çêdike
Hunermendê kurd Muhsin Qirmzgul amadekariyan dike da ku fîlmekê li ser kîmyabarana Helebçeyê çêbike.

Li gorî malpera Sebah ya Tirkî, hunermend Muhsin Qirmizgul dest bi amadekarinê ji bo çêkirina fîlmekê bi navê Helebçe kiriye ku dê li ser kîmyabarana wî bajarî be û dê Hevjîna Celal Talebanî Hêro Îbrahîm Ehmed alîkariya projeya wî bike.

Tê gotin ku dê di fîlma han de çend ekterên Hollywoodê ji wan Selma Habik, Julian Robert û Angelina Joli beşdariyê bikin.

Çavkaniyê diyar kir ku dê piştî vegeryana Celal Talebanî ji Almanyayê Mehsun bê Silêmanê. Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî jî haydarî fîlma han in û soz dane ku piştevaniya wê bikin.

Avestakurd
Top