Li Bexda li dijî polîsan êriş: 10 mirî
Rayedarên polîsan diyar kirin ku li herêma Musayîb a 60 kîlometre dikeve başûrê Bexdayê ku piraniya wan Şîe lê dijîn, di encama êrişeke li dijî du birayên hev ên polîs, 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Polîsan diyar kirin ku li derdora xanî gelek bombe hatibûn bi cihkirin û dema bi şev teqiyan, xanî herifiye. Çavkaniyên nexweşxaneyê jî diyar kirin ku kesên mirî, herdu birayên hev ên polîs, hevser û 6 zarokên wan in.
Çavkaniyek ji polîsên Kerkûkê ji Rûdawê re got: “Şeva din (25.01.2012) bombeyek bi otomobîlekê ve teqiya û di encamê de parêzvanekî Endamê Lîsteya Dewleta Yasa Haçim el-Hesenî hat kuştin û yek jî bi giranî birîndar bû.”
Piştî polîs gihiştin cihê bûyerê, cenaze ji bo pijîjkê dadwer hat veguhestin û birîndar jî niha li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ne.
Rudaw
