• Thursday, 05 February 2026
logo

Cebar Yawer: Me daxwaz ji Sûriyê kiriye ku 2 pêşmergeyên me berdin

Gulan Media January 26, 2012 Nûçe
Cebar Yawer: Me daxwaz ji Sûriyê kiriye ku 2 pêşmergeyên me berdin
Wezareta Pêşmergeyan cihê girtina 2 pêşmergeyan a li Sûriyê eşkere dike û bi nivîsekî fermî bi rêya Wezareta Parastin û Derve ya İraqê daxwaz ji Hikûmeta Sûriyê dike ku wan rizgar bike.

Berdevkê Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ji Rûdawê re got: “Herdu pêşmergeyan bi şaşî sînorê Sûriyê derbas kirine û li navçeya Dêrik a Sûriyê girtîne. Me jî bi nivîseke fermî bi rêya Wezareta Parastin û Wezareta Derve ya İraqê, Sûriye agehdarkiriye ku herdu pêşmergeyan berdin.”

Roja 23.01.2012’an du pêşmergeyên hêza 2 a Lîwaya 8 a Wezareta Pêşmergeyan li ser sînorê Dihokê bi şaşî sînorê Sûriyê derbas kirin û heta niha ji aliyê Sûriyê ve hatine girtin.

Berdevkê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Zanyariyên me li ser cih û rewşa wan pêşmergeyan heye. Hewldanên me yên ji bo rizgarkirina wan dest pê kirine, bila Sûriye ji wê yekê piştrast be herdu pêşmerge ji bilî ku bi şaşî sînorê Herêma Kurdistanê derbas kiribin û çûbin nav xaka Sûriyê, ti armancekî wan a din nebû.”

Rudaw
Top