Mesrûr Barzanî Pêşwaziya Heyeteke Konsulusxaneya Rûsiyeyê Ya Li Bexdayê Kir
Di destpêka vê hevdîtina han de birêz Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe a li hember vê serdana han diyar kir û hêvî xwest ku, peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan de li gorî xwestek û berejwendiyên her dû Gelên Kurd û Gelê Rûsiyeyê de bin bi taybetî ku, peyvendiyeke bihêz û Dîrokî ya dostane di navebra Serokatiya Kurdistan û Serkirdayetî û Gelê Rûsiyeyê de hene.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de Konsulusê Rûsiyeyê jî kêfxweşiya xwe li hember vê hevdîtina han eşkere kirin û spasiya birêz Mesrûr Barzanî jî kirin ji bo pêşwaziya gerim ku, ji wan kiriye û tekez li ser bihêztir kirina peyvendiyên Dîrokî yên di navbera her dû aliyan de ku, vedigerin bo serdema Şoreşa Kurd bi Serokatiya Barzaniyê Nemir û hêvî xwestin ku, ev Dîroka han bibe fakterek sereke bo bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navebra her dû aliyan de.
Her dû Konsulusên Rûsiyeyê di dirêjahiya axaftinên xwe de kêfxweşiya xwe ji li hember asta bilind ya kar û çalakiyên Konsulusaneya Rûsiyeyê ya li Hewlêrê diyar kirin û ji ber hemahengî û karasanî jî ya ku, di her warî de ji wan re hatiye pêşkêş kirina spasiya Serokatiya Kurdistan û Gelê Kurd kirin û dan zanîn ku, sedema vê yekê jî asta bilind ya hişyariya Gel û Serokatiya Kurdistanê ye.
Heyeta mêwan rewşa baş ya ewlekarî û emnahî ya Kurdistanê jî bilind nirxandin û di vê warê de jî spasiyên xwe pêşkêşî birêz Mesrûr Barzanî kirin ku, kariye di vê pêvajoya aloz de ku, Îraq tê de derbas dibe rewşa ewlekariya Kurdistanê bi vê başî biparêze.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de her dû alî rewşa emnî û ewlekarî ya Îraq û Kurdistanê jî rave kirin û çendîn babet û meseleyên girêdayî yên vê warê jî nirxandin.
Heyeta mêwan rola Serokên Kurd bi giştî û ya Serok Barzanî bi taybetî di nava prosesa siyasî ya Îraq, parastina ezmûna demokratîk û parastina hevsengiya heyî ya di navbera hêz û aliyên siyasî, etnîkî û olî li Îraqê de bi roleke girîng û Dîrokî wesif kir û hêviya bihêztir kirin û pêşde birina peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan de kirin.
Di dawiya vê hevdîtina han de Konsulusê Rûsiyeyê yê li Îraqê jiber bi dawî hatina dema erkdariya vî li Bexdayê de xatira xwe ji birêz Mesrûr Barzanî xwest.
