• Thursday, 05 February 2026
logo

Serok Barzanî Û Eyad Elawî Civiyan

Gulan Media January 26, 2012 Nûçe
Serok Barzanî Û Eyad Elawî Civiyan
Duh Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Serokê lîsteya Îraqiye Dr. Eyad Elawî û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtineke de rewşa niha ya Îraq û bûyerên heyî yên li welat de hatin nirxandin û Serokê Kurdistanê tekez li ser vê yekê kir ku, pêwîste bo çareser kirina kêşeyên heyî her kes û alî serî li rêyên siyasî û danûstandinan bide.

Serok Barzanî her weha eşkere kir ku, pêwîste tevahiya aliyan hewl bidin daku, rewşa heyî zêdetir aloz nebe û ev reşwa han pêwîste were aramkirin û her kes bo rizgar kirina welat ji qirîza heyî bixebite.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de her dû alî meseleya lidar xistina kongreya nîştimanî ya Îraqê û peywer û pîwanên vê kongreya han jî nîqaş kirin û biryar hate dayîn ku, bo amadekariyên vê kongreya han peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan de dom bikin.
Top