• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybetî Lîjneya Karubarê Uzeya Navdewletiya li Wezareta Derveyê Emerîka kir

Gulan Media January 25, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybetî Lîjneya Karubarê Uzeya Navdewletiya li Wezareta Derveyê Emerîka kir
Îro çarşem 25/01/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Karlos Paskwal Nûnerê Taybetî Lîjneya Karubarê Uzeya(Enerji) Navdewletiya li Wezareta Derveyê Emerîka û şanda li gel kir ku ji birêz Balyozê Emerîka li Iraq pêkhatibû.

Li hevdîtinê de, ku birêz Dr. Aştî Hewramî Wezîrê Samanê Siruştî û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê amade bûn, bîr û ramanên di derbarê pirsa uze û nefta li Iraq û Herêma Kurdistanê û ew mijarên ku pêwîstin bi uze û samanên sirûştiyan û bazara nefta cîhanî û ew guhertinên ku li paşarojê de li ser wî bazarî da rûdide û siyaseta Herêma Kurdistanê sebaret bi vê babetê danustandin kirin. Li vî warî de tekez li ser girîngiya derketina yasaya neft û xaz û dabeşkirina dahatê li Iraqê kirin ku wekî pêwîstiyekî girîng sûd li wê samanê bê wergirtin û yasa jî li çarçêweya destûr û li ber çavgirtina maddeyên desturiyê wî warî de rêk bixe.

Her li vê hevdîtinê de behsa rewşa siyasiya îro ya Iraqê kirin û li vî warî de birêz Karlos Paskwal behsa rola Serok Barzanî ya li pêvajoya siyasiya Iraqê kir û ragihand ku ev rola Serok Barzanî herdem li ber çav dibê.
Top