Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Rusya li Iraqê kir
Li hevdîtinê de ku birêz Valêrî Pospîlov Konsolê Giştiyê Rusya li Herêma Kurdistanê amade bû, Balyozê Rusya, ji bo hevkarî kirina li dema bi cîh gihandina erkê wî yê li Iraqê da spasî Serok Barzanî kir û rola birêz jî li pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan de û her wiha li serxistina pêvajoya siyasiya Iraqê û komkirina aliyên nakokiyan de bilind nirxand.
Li beramber da, Serok Barzanî spasî hewlên Balyoz yên pêşxistina pêwendiyan de kir û hêviya serkeftinê jî li karê wî yê paşarojê de xwest.
