• Thursday, 05 February 2026
logo

Malîkî: Daxuyaniyên Erdogan wek destwerdaneke di karûbarê Êraqê de

Gulan Media January 25, 2012 Nûçe
Malîkî: Daxuyaniyên Erdogan wek destwerdaneke di karûbarê Êraqê de
Nûsîngeha ragehandina Serokwezîrê Êraqê duh roja sêşemê 24/1, bi beyannamkê anî ziman ku, Hikûmeta Êraqê ew daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyê wek destwerdanek di karûbarê navxweyî ya Êraqê bi nav kir.

Her weha ji Erdogan daxwaz dike ku bîtir hişyar be di daxuyaniyên navdewletî de. Her weha aşkira dike ku peywendiyên li ser vî bingehî wê zererê bide hemûyan û di nav de Tirkiyêye.

Her weha di beyannameyê de hatiye ku: Hemwelatiyên Êraqî şanazin bi welatîbûna xwe û bi dewleta xwe, ne ji bo dewleteke din, Erdogan bi daxuyaniyên xwe hemû Êraqiyan handide ku wekî ku ew parastina Êraqiyan dike bibîne.

Di beyannamê de hatiye ku: Gelê Êraqê hemû wek bira ne çi Şî`e bê û çi jî Sune bê, pêwîstiya wan bi ew kesan nîne ku bidin xuya kirin ku wekî ku ewna bervaniyê li wan dikin.

Di beyannameyê de Daxwazê ji Erdogan dikin ku: Di daxuyaniyên xwe de hîn zêdetir li gor etîkêtên (pîvanên)navdewletî tev bigere. Bila weha li welatên dî bi wî çavî wek berê nemeyzîne, ku grûp û tayîfe ne, pêwîste rêza dewletan bigre.
Top