• Thursday, 05 February 2026
logo

Rêjîma Esed dirêjkirina dema Lijneya Çavdêr ya Erebî pejirand

Gulan Media January 25, 2012 Nûçe
Rêjîma Esed dirêjkirina dema Lijneya Çavdêr ya Erebî pejirand
Duhî (24/1/2012) li demhijmêrên êvarê rêjîma Esed ragihand ku ew dirêjkirina dema karê Lijneya Çavdêr ya Erebî bo heyveke din dipejirînin.

Piştî axivitinên hişk ên Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê Welîd Mûalim der barê Yekîtiya Komeleya Erebî de, rêjîma Esed daxuyaniyek da çapemeniyê û da diyar kirin ku ew dipejirînin heyveke din jî Lijneya Çavdêr ya Erebî karê xwe li Sûriyê bike ser daxwaza hatî kirin.

Lê, hêzên mûxalif ragihandin ku ev qebûlkirin berdewam kirina rêjîma Sûriyê ya kuştinaye di bin navê Yekîtiya Komeleya Erebî de. Her wiha guman û şikên ku Lijneya Çavdêr ketiye bin bandora rêjîma Esed de, berdewam dikin.

Avestakurd
Top