• Friday, 06 February 2026
logo

Demîrtaş: Emê komkujiya Roboskî bibin dadgeha navdewletî

Gulan Media January 25, 2012 Nûçe
Demîrtaş: Emê komkujiya Roboskî bibin dadgeha navdewletî
Serokê giştî yê BDPê Selahedîn Demîrtaş, diyar kir, komkujiya Roboskî birine neteweyên yekgirtî (NY), dê sibê jî serî li dadgeha navdewletî bidin.

Serokê giştî yê BDPê Selahedîn Demîrtaş, îro di civîna fraksyona partiya xwe de axiv û daxwaza pêkanîna komîsyoneke lêkolîna rastiyan kir û got, bêmerc û qeyd, divê karên parlamentoyê, dewletê, PKKê û Hizbullahê hemû bên lêkolînkirin û rastî derkevin holê, ji ber ku heta bawerî çênebe, aştî û çareserî jî dernakeve holê.

Demîrtaş, helwest û gotinên serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan li hember komkujiya Roboskî jî rexne kir û diyar kir, beriya bûyerê, eskeran ji Erdogan pirsîne ku komeke 50 kesî tên û di nav wan de sivîl jî hene, gelo me lê bidin yan na. Erdoan jî gotiye lêbidin û wiha anî ziman, “Niha ez ji te dipirsim, te ferman da yan neda. Divê tu hesabê vê bidî. Heke wisa nebe, wê demê tu dixwazî veşêrî.”

Serokê BDPê, ragihand, komkujiya Roboskî birine komîsyona bilind a mafên mirov a NY û da zanîn, dê sibê jî, serî li dadgeha navdewletî bidin.

Selahedîn Demîrtaş, got, wezareta derve ya Tirkiyê, bertîl daye şîrketa weşanê ya Eutelsatê ku weşana Roj TV bide sekinandin û diyar kir, şûna ku hikûmet Roj TV bide girtin, bila mercên weşana wê li Tirkiyê bixulqîne.

AKnews
Top