• Thursday, 05 February 2026
logo

PDK û YNK li bara hikûmeta nû civiyan

Gulan Media January 25, 2012 Nûçe
PDK û YNK li bara hikûmeta nû civiyan
Rêvebiriyên PDK û YNKê, li bara destnîşankirina endam û postên kabîneya heftem a hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyan.

Li gorî daxuyaniyeke PDKê, ku nisxeyek ji AKnewsê re hatiye şandin, lêjneya hevbeş a polîtburoyên PDK û YNKê îro li navçeya Selahedînê ya Hewlêrê li bara pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê civiya.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de, ku ji aliyê sekreterê PDKê Fazil Mîranî û serokê civata rêvebiriya YNKê Mela Bextiyar li dar ket, li bara çawaniya hazirkirina zemîne û pevguhertina hikûmetê hat axaftin.

Her wiha hat gotin, di civînê de, rewşa Herêma Kurdistan, Iraq û pêşhatên dever û cîhanê hatin gotûbêjkirin.

AKnews
Top