• Thursday, 05 February 2026
logo

Ocalan nexwest derkeve hevdîtinê

Gulan Media January 24, 2012 Nûçe
Ocalan nexwest derkeve hevdîtinê
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Sadullah Ergîn diyar kir ku herî dawî Ocalan bi xwe nexwestiye derkeve hevdîtina birayê xwe û got: “Ger pêşnûmeya tecrîda Ocalan ji hêla Parlamentoya Tirkieyeyê ve bê erêkirin dibe ku Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Sadullah Ergin, duh êvarê beşdarî bernameyeke televîzyona CNN Turkê bû û pirsên rojnamevanan bersivandin: Ergin got: “Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi xwe nexwestiye derkeve hevdîtina birayê xwe Mehmet Ocalan.”

Ergin bilêv kir ku ji 28ê tîrmeha 2011’an ve hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re pêk nayê û got: “Li pêş me pêşnûmeya qanûna tecrîdê heye. Ger ev qanûn ji hêla Parlamentoyê ve (TBMM) bê qebûlkirin, dibe ku destûra çûyîna İmralî bê dayîn.

Rudaw
Top