Alaya Kurdistanê li navenda Şamê hat hildan
Tevgera Xortên Henano li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihandin ku grûpekê ji endamên wan duhî bi sibehê li taxa Beramkê li navenda Şamê li ser pira “Reîs” alaya Kurdistanê û ya serxwebûna Sûriyeyê hildan.
Di xwepêşandan û raperîna gelê Sûriyê de ku ji adara 2011ê de dest pê kiriye, alaya serxwebûnê tê hildan ku alaya Sûriyeyê ya kevn e, ya berî serdema Baasê ye ku sala 1946ê Sûriye ji bin dagirkeriya Fransa rizgar bû.
Li ser vê çalakiyê ku bi vîdyoyê hate belgekirin û di gelek dezgehên ragihandinê de hate belavkirin, endamekî Tevgera Xortên Henano got, “Armanca me paqijkirina kolanên Sûriyeyê ye ku ji 40 salî de bi nav û alayên Baasê hatine pîskirin, lewma me her du ala li ser navê pirê danîn ku bi pira serok Hafiz el-Esed tê nasîn.”
Endamê Tevgera Xortên Henano didomîne û dibêje, “Em bi vê çalakiyê tekez dikin ku gelê Sûriyeyê yek e û gelê kurd beşek ji şoreşa Sûriyeyê ye.”
Her wiha endamekî din yê tevgerê, dijwarî û zehmetiya vê çalakiyê dide xuyakirin û aşkere dike ku hemû şeqam û kolanên paytexta Sûriyeyê bi sîxur û alîgirên rejîma el-Esed tijî ne, lewma wan çalakiya xwe di 6:30 sibehê de bi cih kirine.
Tê zanîn ku dewletên ereb di civîna xwe ya li Qahîreyê berî du rojan daxwaz ji Serokdewletê Sûriyeyê Beşar el-Esed kirin ku desthilatdariya xwe bispêre cîgirê xwe û hikûmeta niştimanî bê damezrandin ji bo veguhastina Sûriyeyê berev welatekî demokrat.
Aknews
