• Wednesday, 04 February 2026
logo

Dewletên kendavê çavdêrên xwe ji Sûriyeyê vedikişîne

Gulan Media January 24, 2012 Nûçe
Dewletên kendavê çavdêrên xwe ji Sûriyeyê vedikişîne
Piştî Siûdiya ereb dewletên Encûmena Hevkariya Kendavê biryar dan çavdêrên xwe ji Sûriyê paşde vekişin.

Li gor nûçeya malpera Alarabiya.net hemû dewletên Encûmena Hevkariya Kendava ereb biryar dan çavdêrên xwe ji Sûriyê paşde vekişin.

Tê zanîn ku Encûmena Hevkariya Kendavê, rêxistineke ereb ya herêmî ye û 6 dewletan li xwe digire ku hemû li ser kendava ereb in, ew jî ev in: Siûdiya ereb, Kuwêt, Qeter, Îmarat, Behrên û Ûman.

Siûdiya ereb di civîna Komkara Ereb ya taybet li ser Sûriyê de, ragihand ew jiber pêbendnebûna Sûriyê bi protokola dewletên ereb û berdewamiya tundûtûjî û kuştinê ew çavdêrên xwe ji nav xaka Sûriyê dikişîne.

Tê zanîn ku dewletên ereb di civîna xwe ya li Qahîreyê berî du rojan daxwaz ji Serokdewletê Sûriyeyê Beşar el-Esed kirin ku desthilatdariya xwe bispêre cîgirê xwe û hikûmeta niştimanî bê damezrandin ji bo veguhastina Sûriyeyê berev welatekî demokrat.

Aknews
Top