• Thursday, 05 February 2026
logo

Emê dest bi pêvajoyeke nû bikin

Gulan Media January 24, 2012 Nûçe
Emê dest bi pêvajoyeke nû bikin
Serokê Konseya Rêveber a KCKê Murat Karayilan diyar kir ku di civîna dawî ya rêveberiyê de gihîştine encamên girîng û da xuyakirin bi meha sibatê re dê dest bi pêvajoyeke nû bikin.

Serokê Konseya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murat Karayilan, derbarê pêşketinên dawî de pirsên ANFê bersivandin. Karayilan bilêv kir ku beriya 19ê çileyê civîneke rêveberiyê lidar xistine û gihîştine biryarên girîng û domand: “Em ê piştre daxuyaniyeke berfireh bidin. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê bi meha sibatê re dest bi pêvajoyeke nû bikin. Li her deverê ku gelê me yê welatparêz heye, em ê dest bi çalakiyên cur bi cur bikin.”

Karayilan got, biryara Eutelsatê ya derbarê girtina Roj TV di encama zextên navneteweyî de hatiye û tiştên ku nekarîn bi rêya hiqûqê bikin, bi rêyên by-paskirina hiqûqê weşana Roj TV birandin.

Serokê Konseya KCKê, derbarê kesên ku ji aliyê Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyeyê ve hatine vexwendin de jî got: “Tenê ji bo dujînê PKKê bidin, didin axaftin. Ew 40 sal in ku tenê daxivin. Tenê vê salê ji Rêveberiya Navendiya me 6 hevalên me jiyana xwe ji dest dan û 30 sal in em li van çiyayane li ber xwe didin. Bila ew kes bizanin ku xebata ajantiyê li Kurdistanê encam nade.”

Karayilan, teqîna li Colemêrgê wek berdewama komkujiya Qilebanê nirxand û got: “Armanc tirsandina gelê Herêmê ye. Kujerên Hrant Dink û berpirsên komkujiya Roboskê heman kes in.”
Top