YNK Kosret Resûl ji bo Cîgirê Serokê Herêmê dike namzet
Li gor malpera Pukmedia, duh êvarî polîtborûya YNK’ê li mala Dr. Berhem Salih a li Hewlêrê civiyan. Di civînê de Kosret Resûl Elî ji bo postê Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê hat namzetkirin.
Di vê derbarê de Berdevkê Polîtboruya YNK’ê Azad Cundiyanî got: “Di dema vegera Celal Talabanî de, wê namzetê Cîgirê Serokê Hikûmetê jî bê yek alî kirin. Herwiha wê postên hikûmî ji aliyê lijneyeke polîtborûya YNK û PDK’ê ve bê diyarkirin û ragihandin.”
Sekreterê Polîtborûya PDK’ê Fazil Mîranî di hevpeyvînek ligel Rûdawê de derbarê namzetê YNK’ê yê ji bo postê Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê ku 2 sale vale maye, red kir ku ti baldariyeke PDK’ê li ser Kosret Resûl hebe wekî ku Îmad Ehmed di bernameyekî televizyona KNN de gotibû: “Têbiniyên PDK’ê li ser Kek Kosret hebûn.”
Sekreterê Polîtborûya PDK’ê di berdewama axaftinên xwe de got: “Ger îro YNK Kosret Resûl bike namzet, emê sibe bipejirînin. Çi kesê bikin namzet, wê PDK’ê bipejirîne. Bi taybet jî kek Kosret ku yek ji wan kesane pir nêzê birêz Mesûd Barzanî ye.” Li gor çavkaniyan derbarê diyarkirina wekî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, peywendî navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Kosret Resûl de jî hebû.”
Rudaw
