Nêçîrvan Barzanî: Beşdarînekirina opozisyonê di hikûmetê de nekarekî şaş e
Barzanî di peyamekê de ku duhî êvarî li ser rûpela xwe li ser malpera Facebookê belav kiriye, got, “Kabîneya nû dê berdewamîdana karên kabîneya berê be û dê kar ji bo bicihanîna sozên ku Lîsteya Kurdistanê di dema hilbijartinan de dabûn, bike.”
Barzanî amaje kir ku mehên bên dê gelek girîng bin ji bo avakirina rewşekê ji bo diyalogê û danîna nexşeya siyasî ya Herêma Kurdistanê ji bo salên bê.
Barzanî spasiya Serokwezîrê niha Berhem Salih kir û got, “Eger em bi wîjdan temaşayî karên serokê hikûmetê û kabîneya 6emîn bikin ku heyama 2 salan domand, xuya dibe ku serokê hikûmet û cîgirê wî û hemû hevkarên wî yên dilsoz erkên xwe gihandine cî, tevî ew asteng û kelemên ketine pêşiya wan.”
Derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî got, “Îro, rewşa siyasî ya navxwe ya herêmê pêdiviya wê bi rêkxistina bêtir ya nav mala kurdî heye, her çiqasî pirsgirêk ne gelek mezinin û nêrînên me gelek ji hev necuda ne, lê em hest dikin arastyên cuda hin bi hin bi ser berjwendiyên bilind dikevin, ev jî pêşhateke nebaş e.”
Derbarê opozisyonê jî, Barzanî ragihand, “Hikûmeta herêmê hewl dide rolê xwe di komkirina nêrînên cuda de bilîze, mil bi milê program û pilana xwe û xwestek û daxwazên welatiyan, divê guhdariya pêşnyaz û nêrînîn aliyên opozisyonê bê kirin û têbînî û rexneyên wan bêne berçavkirin.”
Barzanî wiha pê de çû, “Pêdiviya prosesa Siyasî li Herêma Kurdistanê bi diyaloga siyasî ya bêtir heye û em bi hemû aliyan dikarin zûtir nêzîkî armancên stratejî yên neteweyî û niştimanî bibin, rewş wiha dixwaze hemû part û grûpên cuda bi zimanekî sivîl gotûbêjê derbarê pirsên girîng ku girêdayî paşeroja Herêma Kurdistanê ne bikin.”
Barzanî peyama xwe wiha domand, “Di demekê di vê qonaxa îro de, bi me baş e opozisyon di prosesa siyasî û hikûmetê de beşdar be, lê nemerc e opozisyon beşdariya hikûmetê bike, hevdem beşdarînekirina wan nekarekî şaş e, ya girîng ew e em li ser xalên hevpar li hev bikin.”
Barzanî got jî, “Dibê rêz ji îradeya milet bê girtin û kes bi tenê xwe neke nûnerê milet, îro ew desthilata hukmraniya Kurdistanê dike nûnerê piraniya gelê Kurdistanê ye û wek erkê xwe dizane rêz ji îradeya gelê Kurdistanê bê girtin.”
Barzanî axaftina xwe wiha domand, “Ez ê di çend rojên bê de dîdar û civînên xwe digel tevahiya serkirdeyên partiyên siyasî yên Kurdistanê encam bidim ji bo gotûbêjkirina ecîndeya kabîneya nû, di demekê de bîr û nêrînên cuda navbera hikûmet û hêzên opozisyonê hene, ez di wê baweriyê de me ku em dikarin bi hev re bicivin ji bo dîtina çareseriyên hevpar û kartêker ji bo gelek pirsan.”
