Şandeya parlamentoya Kurdistanê serdana gundê Roboskî kir
Şandeke parlamentoya Kurdistanê, ku ji 9 parlamenteran pêk dihat, bo sersaxiya malbatên 34 qurbaniyên komkujiya gundê Roboskî, duh çûn bajarê Şirnexê yê Kurdistana Tirkiyê.
Li gorî nûçeya ANFê, şandeya han îro bi hevrêtiya rêvebirê BDPê yê Şirnexê Bakî Sandak û çend berpirsên din ên BDPê çûn gundê Roboskî yê Qilabanê û ji aliyê malbat û xizmên qurbaniyên bûyerê ve hatin pêşwazîkirin.
Li wir, parlamenterê PDKê Sebah Beytula, axaftinek kir û got, komkujiya Roboskî dilê hemû kurdan êşand û wiha pêde çû, “Em wek nûnerê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokê parlamentoya Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî û hemû gelên Kurdistanê, sersaxiyê ji malbatên mexdûr re dixwazin. 34 mirovên me bûn qurbanî. Em bo parvekirina êşa malbatên mexdûr hatin vir. Bi şer û xwînê tiştek nayê çareserkirin, ev pirs divê bi diyalogê bê çareserkirin. Êdî dema wê hatiye ku li ser maseya diyalogê rûnên.”
Şandeya parlamentoya Kurdistanê, piştre serdana gorên 34 qurbaniyên bûyerê kirin û ji gund veqetiyan.
